• Friday, 20 February 2026
logo

Komîsyon şaxên xwe li çend bajarên din ve dike

Komîsyon şaxên xwe li çend bajarên din ve dike
Rêveberê giştî yê komîsyona bilind a helbijartin û rapirsî li Kurdistanê behsa hewldanên komîsyonê yên aktîf kirina ofîsa komîsyonê yên li çend parêzgehên din ên Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Di vê derbarê de dest bi amadekariyên pêwîst tê kirin.’’
Rêveberê giştî li komîsyona bilind a helbijartin û rapirsî li herêma Kurdistanê Karwan Celal ragehand ku vê heftiyê encûmena komîsyaran li komîsyona bilind a helbijartinê dê bicivin û biryarê derbarê vekirina çar ofîsên komîsyonê li bajarên Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyala dê bên vekirin.’
Herwiha got: Karmend li gor pêwîstî û birêve birina kar dê bên diyar kirin û piştî wê jî rasterast ofîs dê dest bi kar bikin bo ku amadekariyan bikin ji referandomê re.
Top