• Friday, 20 February 2026
logo

Êzidî: Em dixwazin beşdariya referandumê bikin

Êzidî: Em dixwazin beşdariya referandumê bikin
Civata navenda Şingal û derdorê daxuyaniyek weşand.
Duh li gel destpê kirina civîna civata bilind ya referanduma Kurdistanê a bi Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, civata bajêrwaniya Şingal û derdorê daxuyaniyek weşand.
Li gor daxuyaniya han civata bajêrwaniya Şingal û derdorê eşkere kiriye ku ew daxuyaniya han bo raya giştî ya cîhanê ye û ew weke Êzidiyên Şingal û derdorê dixwazin beşdariya referanduma serxwebûna Kurdistanê bikin û deverên wan jî wegerin ser Kurdistanê.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ji bilî beşdarî kirin di referandumê û vegerandina deverên Êzidiyan bo ser Kurdistana serbixwe ti çare û rêyeke din li berdem Êzidiyan de tuneye.

Top