Du kurdên êzdî li Bexda hatin kuştin!
Endamê civata qeza Şingalê Xeyrî Zîban ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 29.07.2017ê du kurdên êzdî bi destê hin kesên nenasyar ve li paytexta Iraqê Bexdayê hatine kuştin. Li gor zanyariyan heta naha hîn kes nizane kê ew her du ciwanên kurd ên êzdî kuştine. ‘’
Herwaha got: ‘’Yek ji wan kesên hatiye kuştin xelkê gundê Rambusî ya qeza Şingalê ye û koçberî qampa Îsyan a parêzgeha Duhokê ye. Wa diyare ew her du kesên êzdî bo kar û rêvebirina jiyana xwe qesta Bexdayê kiribûn, lê mixabin ew her du kesên êzdî bi destê hin kesên nenasyar ve hatine kuştin.’’
K24
