Goran hêzeka çekdar dirust dike û Îran jî piştevaniyê lê dike
Malperê Îraqî yê xedpirês îro ji zarê jêderekê sîyasî yê bilind belavkir ku tevgera Goran bi nihênî dest bi çekdarkirina ji mareyeka kesan ji bo parastina baregeh û saziyên xwe ên medyayî û bazirganî kirîye û paşan dê wan kesan di çarçûvê hêzekê da bi navê “Zêrevanên Baregehan” komve bike û li gorî malperî Goran dê jimara çekdarên wê hêzê bigehîne 800 kesan û merem jê parastina baregehan nîne, belku ew jî dixwaze xwedan çekdarbe
Daye zanîn jî: Komara Îslamî ya Îranê hemû piştevanîyên locsitî ên wê hêzê dabînkirîne û ew hêze bi agehdarîya YNKê dirustibûye.
Waar.tv
