• Friday, 20 February 2026
logo

Ebadî derbarê pêşmerge de biryarek derxist

Ebadî derbarê pêşmerge de biryarek derxist
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê Hêza Pêşmerge de biryarek da.

Heyder Ebadî biryar da, ku her pêşmergeyek ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibe, hikûmet parçeyeke erdê 200 metrî bide malbata wî.

Li gorî vê biryara Ebadî, dê hikûmeta Iraqê erdê bide malbatên şehîdên artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Heşda Eşîran, an jî her karmend û endamê hêzeke ewehiyê, ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne.

Li gorî beyannameyeke ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ku hevdem Fermandeyê Hêzên Çekdarên Iraqê jî ye, bi fermanekê biryar daye, ku ji bo malbatên şehîd û kêm endamên şerê li dijî DAIŞê erd were dabînkirin û li ser kesûkarên wan şehîdan were parvekirin.

Ebadî her yek ji wezaretên Darayî, Avedankirin û Niştecîkirin, Bajêrvanî û Fermandeyiya ewlehiya Iraqê û hikûmetê xwecihî erkdar kiriye, ku ji bo her malbateke şehîd û kêm endaman erdekî 200 metir çar goşe teran bikin.

Di şerê 3 sale yê li dijî DAIŞê de, li gorî amarên fermî yên Wezareta Pêşmerge, zêdetiî 1 hezar û 700 şehîd hene û herwiha zêdetirî 10 hezar pêşmerge jî birîndar bûne, ku hejmarek ji wan ji ber giraniya birînên xwe, kêm endam bûne.

Rudaw
Top