• Friday, 20 February 2026
logo

Pêşmerge êrişa DAIŞê têk bir: 2 şehîd û 2 birîndar hene (Hat Nûkirin)

Pêşmerge êrişa DAIŞê têk bir: 2 şehîd û 2 birîndar hene (Hat Nûkirin)
Li navçeya Xurmatu ya li başûrê Kerkûkê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket û li gorî zanyariyan, 2 pêşmerge şehîd bûne û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, îro şembiyê 29ê Tîrmeha 2017ê li devera Zerge ya li sînorê navçeya Xurmatuyê ku dikeve başûrê Kerkûkê, hejmarek çekdarên DAIŞê hewl dane, ku ji du baskan ve xwe bigihînin nav çeperên hêzên pêşmerge.

Efser ji hêzên Polîsê Xurmatuyl, Kawe Şêxanî êvariya îro şembiyê di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Êrişa DAIŞê dedora demjimêrekî ye, ku dest pê kiriye û ji du baskan ve êrişî çeperên pêşmerge dikin.”

Kawe Şêxanî got: “Li gorî zanyariyan, zêdetirî 30 çekdarên DAIŞê di êrişa îro ya li Xurmatuyê de beşdar in.”

Şêxanî da xuyakirin, ku hêzên pêşmerge rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûne û di navbera wan de şer derketiye.

Wî efserê Polîsê Xurmatuyê destnîşan kir, ku êrişa çekdarên DAIŞê bo ser çeperên pêşmerge “li nêzîkî Gola Zerge ya li rojavayê bajarê Xurmatuyê” ye.

Eqîd, Kawe Şêxanî diyar kir, ku hêzên fewcên 3 û 4 ên lîwaya 11 a Wezareta Pêşmerge li wê herêmê hatine bicihkirin.

Şêxanî da zanîn: “Hêzên Polîsê Berevaniyê, Polîsê Hawarçûnê jî bo alîkariya hêzên pêşmerge çûne herêma şer.”

Kawe Şêxanî herwiha ragihand: “Di encama şerê îro de 2 pêşmerge şehîd bûne û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Herwiha Berpirsê Mêhwera Xurmatuyê ya Hêza Pêşmerge, Ebdullah Bor jî ji Rûdawê re got: “Gelek caran demên êvarî, çekdarên DAIŞê hewl didin nêzîkî çeperên hêzên pêşmerge bibin û teqe dikin. Êvariya îro jî çekdarên DAIŞê li devera Zerge ya li nêzîkî Xurmatuyê teqe li pêşmergeyan kirine.”

Ebdullah Bor jî da xuyakirin, ku di şerê êvariya îro de, Hêza Pêşmerge şehîd û birîndar hebûye, lê belê hejmara wan piştrast nekir.

Rudaw
Top