Necmedîn Kerîm: Gelê Kurdistanê di referandomê de bibêje ‘’Belê ‘’bo serxwebûna Kurdistanê!
Necmedîn Kerîm got: ‘’Pirs ew e, gelo naha gelê Kurdistanê yekgirtiye bo referandomê û serxwebûna; bersiva wê jî ev e ‘’Belê’’gelê Kurdistanê dixwaze bigehe mafên xwe.’’
Necmedîn Kerîm got: “Me qurbaniyên mezin dane, heger li dîroka Iraqa nû binêrin, ma ti demê bi yeksanî û wekhevî bi pêkhateyên din re nehatiye danûstandin. Bi dirêjahiya dîrokê maf bi Kurd nehatiye dayîn ku mafê xwe bidest bixe.”
Herwiha got: “Piştevaniya referandûmê ji aliyê partiyên Kurdistanî ve roj bi rojê zêde dibe. Referandom li navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn jî tê kirin û hemû pirsgirêk ligel Bexdayê tên çareserkirin, ku şandekê diyar dikin bo gotbêjkirina wan pirsgirêkan.”
Basnews
