• Friday, 20 February 2026
logo

Dadgeha Destûrî serokwezîrên Pakistanê jikarlada

Dadgeha Destûrî serokwezîrên Pakistanê jikarlada
Dadgeha Destûrî a Pakistanê, roja Eynyê, Newaz Şerîfî serokê wezîran bi tumeta gendelyê ji karê wî lada û ragihand; Ew hejî rêvebirina welatî nîne.
Li gorî ajansa Enadol, duh dadgeha destûrî li welatê Pakistanê biryara ji karladana Newaz Şerîfî serokwezîrên Pakistanê da û ragihand,; Wî dest di çendîn keysên gendelyê da heye û hejî posta serokatîya wezîran nîne.
Li hember wê biryara dadgeha Ddestûrî Newaz Şerîfî serokwezîrên Pakistanê îro dest ji kar kêşana xwe ragihand
Biryara dadgeha destûrîya Pakistanê li demekî tê li sala 2015 û piştî eşkerabûna belge ên Penema dosîyeka qanûnî li ser Newaz Şerîfî hatbû vekirin.
Ji aliyê xweve, newaz şerîfî û endamên xêzana xwe çendîn caran ew tumete ret kirîne.
Dadgeha Destûrî keça Newaz Şerîfî jî tumtbarkirîye ew jî bi îmzakirina çendîn belgeyên veşartina Şuqe û Mulkên giran biha li Lendena paytexta Brîtanya.
Newaz Şerîfî li sala 2013 serokatîya wezîran wergirtîye, herwisa li sala 1990 ta 1999 ji bo du xolên ne li dûv êk serokê wezîran bû.

Waar.tv
Top