• Friday, 20 February 2026
logo

ZAXO - Ji ber topbarana Tirkiyê 4 xort birîndar bûn

ZAXO - Ji ber topbarana Tirkiyê 4 xort birîndar bûn
Çar xortên ji navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê, ji ber topbarana Tirkiyê birîndar bûn. Ji 4 birîndaran 2 kes futbolîstên Tîma Zaxoyê ne.

Peyamnêrê Rûdawê Yûsiv Mûsa ji Zaxoyê ragihand, ku bûyer îro li derdora saet 18:00an li Geliyê Pizaxa yê nahiyeya Batîfa qewimiye û dema ku ji aliyê Tirkiyê ve topbaran hatiye kirin, futbolîstên Tîma Zaxoyê û hevalên wan di nav otomobîlê de bûne.

Peyamnêrê me diyar kir, ku futbolîstên Tîma Zaxoyê Emîrxan Xwastî û Barzan Mihemed li gel du hevalên xwe yên bi navê Ehmed Seîd û Nîwar Nayîf ji bo geşt û seyranê çûne derveyî navçeyê û ji ber êrişeke topxaneya Tirkiyê birîndar bûne.

Hat ragihandin ku 3 birîndar piştî dermankirina li Nexweşxaneya Giştî ya Zaxoyê ber bi mala xwe ve hatine veguhastin, lê Emîrxan Xwastî hêj di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Rudaw
Top