• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamentera HDPê Besime Konca hat berdan

Parlamentera HDPê Besime Konca hat berdan
Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Besima Konca hat berdan.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca, ku girtî dihat darizandin duh bi şev serbest hat berdan.

Li gor çavkaniyên herêmî, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ku di meha gulanê de li Êlihê hatibû girtin, di saetên êvarê de serbest hat berdan.

Hat zanîn ku ji ber Konca berê di girtîgehê de mabû, girtina wê ya berê jî li ber çavan hat girtin û serbest hat berdan.

Lê hîna gelek rêveber û endamên HDPê di gîrtîgehan de tên ragirtin.

Besime Konca, 13ê Kanûna 2016ê bi biryara Dadgeha Êlihê hatibû girtin û heman dadgehê 31ê Gulana 2017ê bi tometa propagandaya PKKê kiriye 2 sal û nîv cezaya zîndankirinê dabû Konca.

Rudaw
Top