Amerîkayê 180 kamyonên çek şande Rojavayê Kurdistanê
Di heftiya borî de 180 kemyonên alîkariyên Amerîkayê ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin şandin, ku niha li Reqayê di operasyonekê li dijî DAIŞê şer dikin û hewla kontrolkirina vî bajêrî didin.
Li gorî çavkaniyên medyayî, roja 22 Tîrmehê 100 kamyon û roja 27 Tîrmehê jî 80 kamyonên alîkariyê, ku otomobîl û alavên din ên leşkerî û teqemenî pê re bûne, ji sînorê Iraqê derbasî nava Hesekê bûne.
Li gorî zanyariyên ku heta niha di medyayan de hatine belavkirin û hatine piştratskirin, Amerîkayê bi giştî 629 kamyon alîkarî dane Hêzên Sûriyeya Demokratîk.
Berî niha Tirkiyê lîsteya wan çekan ragihandibû ku Amerîkayê dabûne Hêzên Sûriya Demoqratîk, ku li gorî wê lîsteyê, Amerîkayê 12 hezar klaşînkof, 6 hezar çekên otomatîk, 3500 çekên giran ên otomatîk, 3 hezar RPG-7 ên amerîkî û 1 hezar AT-4 yan mûşekên dijetank ên SPG-9 ên rûsî ji HSDê re şandine.
Herwiha di heman lîsteyê de hatibû diyarkirin, ku 235 guleyên hawinê bi endazeyên cuda cuda, 100 çekên nîşangir (qenas), 450 dûrbînên şevê ji curê PV-7 û 150 laytên dûrbîn ên lêyzerî yên taybet bi tîşka sor gihîştine destê HSDê.
Hêzên hevpeymaniyê bi serokatiya Amerîka roja 6 Hezîranê destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ragihandibû, lê belê Amerîka ji meha Nîsan a 2016ê ve alîkariyên leşkerî ji HSDê re dişîne.
Alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo HSDê, ku YPG beşa sereke ya pêkhateya wê hêzê pêk tîne, bûne sedem ku hikûmeta Tirkiyê dilgiran bibe û her ji ber wan dilgiraniyan bû, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Amerîkayê kir û nerazîbûna welatê xwe li hember şandina çek bo YPGê û HSDê ji aliyê Amerîkayê ve gihande serokê wî welatî Donald Trump û rayedarên pilebilind ên wî welatî, lê belê Amerîkayê heta niha guh nedaye nerazîbûnên Tirkiyê.
Herwiha Tirkiyê gelek hewl da, ku Amerîka operasyona Reqayê bi hêzên HSDê re neke, lê belê di hewlên xwe serkevtî nebû.
Rudaw
