• Friday, 20 February 2026
logo

Parlementariya du Parlementarên HDPê hate hilweşandin

Parlementariya du Parlementarên HDPê hate hilweşandin
Duh parlementoya Tirkiyeyê bi piraniya dengan parlementariya du Parlementarên HDPê hilweşand.
Duh parlementoya Tirkiyeyê di civîna xwe de giftûgo li ser dosyeya hilweşandina parlementariya du Parlementarên HDPê Feysel Sariyildiz û Tugba Xezer kir û pişt re bi hinceta ku ew her du parlementer beşdariya civînên parlementoyê nekirine û nabin biryar hate dayîn ku parlementariya wan were hilweşandin.
Piştî biryarê jî parlemen li ser vê yekê dest bi dengdanê kir û bi piraniya dengan jî parlementariya wan her du Parlementeran hate hilweşandin.
Top