• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Piştî serkeftina dengê erê vê biryara serxwebûnê were cîhbicîh kirin

Mesrûr Barzanî: Piştî serkeftina dengê erê vê biryara serxwebûnê were cîhbicîh kirin
Mesrûr Barzanî dibêje piştî bidawî hatina dengdanê û serkeftina dengê erê dest bi cîhbicîh kirina prosesa refrandumê tê kirin.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotareke xwe de yaku ji aliyê rojnameya Washington poste ve hatiye weşnadin nivîsandiye; Serxwebûna Kurdistanê dibe fakterê aramiyê li deverê de.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya babeta xwe de eşkere kiriye ku lazime rêyeke nû bo têkiliyên navbera hikûmeta Îraq û Kurdistanê were dîtin û pêşî ji dubare bûna şaştiyên demên derbasbûyî were girtin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku ew pergal û formata ku niha li Bexdayê de heye ne li gor berejwendiyên Kurde jiber vê yekê jî bi hişmendiya berpirsiyartiya nîştimanî biryar li ser pêkanîna referanduma serxwebûnê hatiye dayîn.
Mesrûr Barzanî nivîsandiye ku piştî serkeftina dengê erê vê raste rast hewl bo cîhbicîh kirina biryara gelê Kurdistanê bi hemahengî kirin li gel Bexdayê de tê kirin.

Top