• Friday, 20 February 2026
logo

Terorîstên DIŞIê çar welatiyên Kurd şehîd kirin

Terorîstên DIŞIê çar welatiyên Kurd şehîd kirin
Terorîstên DIŞIê şevê din êrîşî gundê kurdên Kakeyî yên bi ser bajarê Kerkûkê kirin.
Li gorî zanyariyên berdest, çend terorîstên DIŞIê şevê din bi awayê veşartî derbasî Gundê Tepey Duserê yê navçeya Daquka Kerkûkê bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî terorîstên DIŞI li Gundê Tepey Duserê yê navçeya Daqukê êrişî malbatake kurdên kakaî kirin. Li gor agahiyên bi dest ketine di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, jin û zarokek jî winda ne.
Top