PKK rê neda partiyeke Kurdî alaya Kurdistanê li Efrînê bilind bike
Çalakvanên nêzîk partiya(El-Wehde) ragehand ku, Hêzên ser bi PKK ve rê nedan alîgirên partiya El-Wehde di xwepêşandanekê li gundekî bajarê Efrînê alaya Kurdistanê bilindbikin tevî ku, wan muhlet xwestibû, xwepêşandan jî bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bû.
Ji aliyê xwe ve çalakvan Bozan Gerio ku, yek ji wê partiyê ye li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehandibû ku, rêveberiya PKK li Rojavayê Kurdistanê dixwazin tenê ew bimînin û rê li hemû karê wan partiyên din bigrin, herwiha da zanîn ku, PKK bi rêgirî ji bilindkirina alaya Kurdistanê fişarê dixe ser me.
Çalakvanên Rojava amaje bi wê yekê didin ku, PKK li hemû navçeyên di bin destê wê rê nade alaya Kurdistanê were bilindkirin, di heman demê de rê dide alaya rejîma Sûriyê ser dezgehên hikumî li Qamişlo û Hesekê bi aşkere bilindkirîne.
Basnews
