• Friday, 20 February 2026
logo

Li navçeyek başûrê Kerkûkê hêzeke milîs tê pêkanîn!

Li navçeyek başûrê Kerkûkê hêzeke milîs tê pêkanîn!
Serokê lijneya ewlehiyê ya encûmena parêzgeha Kerkûkê aşkera kir li başûrê Kerkûkê hêzeke milîs bi fermandariya payebilindeke Tirkmen ve pêkhatiye.

Serokê lijneya aramî û ewlehiyê li encûmena parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li sînorê bajarokê Yayçî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê hêzek hatiya pêkanîn û serpereştiya wê jî kesek Tirkmen ê berê efserek payedar ê Lîwa bû û bê agahiya me lijneya aramî û ewlehiyê ew hêz pêkhatiye.’’

Herwaha got parêzgarê Kerkûkê hewl daye ku ew hêze bê hilweşandin û hemû çekên xwe daynin, ji ber ew kesane serbixwe û bê molet çek rakirine û em nizanin ka kîjan welatî çek dayne wan û ragehand: ‘’Ew kesane li sînorê Yayçî hêza milîs ava kirine û destûra Iraqê tenê moletê dide Pêşmerge û artêşa Iraqê ku çekdar bin.’’

Derbarê hejmara wê hêza milîs de jî navborî got, vê mijarê de agahiya min tineye.

Basnews
Top