Rêveberek PDKê: Em li gel Gorran rûpelek nû vedikin!
Endamê encûmena rêveberiya PDKê Nûrî Heme Elî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, em piştrastin piştî helbijartina rêveberiyek nû ya Tevgera Gorran, gohertin dê di siyaseta Gorran de pêkbê.
Nûrî Heme Elî ragehand, ku Gorran xwedî bandore bo pêngavên çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê û girêyên kor ên di navbera wan her du partiyan de hatine vekirin.
Herwaha navborî amaje bi vê yekê jî kir ku PDK amadeye bo li gel Tevgera Gorran rûpeleke nû vebike û peyvendiyên li gel Gorran nîşan da ku bo geheştina rêkeftinê li ser referandom û pirsên niştimanî de gavên PDKê bo vê yekê ne.
Basnews
