Keştiya cengî ya Amerîkayê teqe li qeyiqa cengî ya Îranê kir
Berprisên leşkerî yên Amerîkayê ji medyayan re ragihandine, ku îro keştiya USS Thunderbolt li Kendavê teqe li keştiyeke cengî ya Îranê bike, ku hewl dida, nêzîkî wê bibe.
Li gorî nûçeya CNNê, keştiya USS Thunderbolt hewl daye, ku pêwendiyê bi wê qeyiqa Îranî ve bike, lê belê wê qeyiqê bi awayekê lezgîn li ser tevgera xwe berdewam bûye û guh nedaye hewlên pêwendîkirinê û xwe hewla xwe nêzîkkirina ji wê keştiya amerîkî daye.
Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ji CNN re gotine, ku keştiya USS Thunderbolt neçar maye ku bo hişyarkirinê teqeya hewayî bike, lê belê qeyiqa îranî dîsan guh nedaye hişyariyên wan.
Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî ragihandiye, ku ew neçar bûne piştî guhnedana qeyiqa îranî û bi mebesta hişyarîdan û bo parastina xwe teqe bikin.
Li gorî zanyariyan, ew qeyiqa leşkerî ser bi Supaya Pasdaran a Îranê gelek nêzîkî USS Thunderbolt a amerîkî bibû û tenê 140 metr di navbera wan de hebûye.
Rudaw
