• Friday, 20 February 2026
logo

Akdemîsiyenê Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê hat kuştin

Akdemîsiyenê Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê hat kuştin
Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan ragihand, ku grûpeke nenas akademîsiyenê Aşûrî Dr. Ilyas Kifarkîs Ishaq ku berpirsê fakulteya Endazyariya (Muhendisiya) çandiniyê li zanîngeha Firat a Hesekê bû, revandin û piştî sê rojan cenazeyê wî hate dîtin.

Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan tekez kir, ku cenazeyê Dr. Ilyas Kifarkîs Ishaq li ser riya navbera Hesekê û bajarokê Til Temirê hate dîtin ku cihên gule bi sere wî ve diyar bûn.

Heman rewangehê hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li hember kuştina wî kesê aşûrî weke berpirsyar nîşan dan û daxwaz kir, kesên tawankar were eşkere kirin.

Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan herwiha da xuyakirin, ku hikûmeta Sûriyê û bi gotina wê milîsên rêveberiya kurdî di deshilata herêmê de hevpar in.

Heman çavkaniya naborî diyar kir, ev tawan nimûneyeke ku pêkhateya Aşûrî li Sûriyê dibe armanc û hewl tê dayin, ku ji axa xwe ya dîrokî were dûrxistin.

Dr. Ilyas Ssihaq ji gundê Til Şamîran a ser bi Til Temirê ve ye û diktora ji zanîngeha Buznan a Bolonyayê wergirtiye û du zarokên wî hene.

Rudaw
Top