Bo çavdêriya referandomê tîmeke navnetewî ya Amerîkayê tê Kurdistanê!
Serokê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed got: ‘’Ew tîm di derbarê proseya helbijartin û rêxistinên demokratîk de kar dikin, herwaha çavdêriya proseya referandom û helbijartin û rêkarên proseyê dikin, ji ber vê jî dê demek berî proseyê bên Kurdistanê.’’
Li gor wî berpirsê komîsyonê amaje kir, ew tîmeke baweriyê ya cîhanî ye û di gelek welatan de çavdêriya proseya referandom û helbijartinan kiriye û got: ‘’Piştî proseya referandomê û helbijartinê ew tîm raporta xwe li ser çawaniyên pêkanîna proseyê belav dike, ku raportên wan xwedî giraniyeke navnetewî ye, eger bi awayeke erênî behsa çawaniya pêkanîna proseyê bikin, wê demê raporta wan xwedî bandora mûkirhatina navnetewî ye derbarê proseyê de, ji ber wê tîmê bawerî daye cîhanê, ku di vê derbarê de kar dikin û berî naha jî helsengandin li ser karên wan hatin kirin.’’
Herwaha Hindirên Mihemed amaje bi vê yekê jî kir, ku proseya referandomê li herêma Kurdistanê li gor peyrewên navnetewî birêve diçe û pêşbiniya hatine tîmeke din a welatên din jî dikin û ragehand: ‘’Li gor ew biryarên ku geheştine dest me, di asta bilind de tîmeke din jî li welatên cuda cuda yên Ewropî û cîhanî bo çavdêriya proseyê dê bên Kurdistanê, lê piraniya wan dê nîvê meha heşt û destpêka meha 9, dê bigehin Kurdistanê.’’
Basnews
