• Friday, 20 February 2026
logo

Xwandekarên yekem ên Başûrê Kurdistanê diyar bûn

Xwandekarên yekem ên Başûrê Kurdistanê diyar bûn
Roja duşembî 24ê Tîrmeha 2017ê, encamên ezmûnên pola 12 a xwandekarên qonaxa amadeyî, qonaxa 9 a seretayî û xwandekarên pêşeyî hatin ragihandin û navê xwandekarên yekem ên li ser asta Başûrê Kurdistanê jî hatin aşkerekirin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadiq îro demjimêr 18:00ê êvarê di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê, encamên ezmûnên pola 12 a xwandekarên qonaxa amadeyî, qonaxa 9 a seretayî û xwandekarên pêşeyî aşkere kir.

Li gorî encaman rêjeya derketina xwandekaran ji ezmûnan wiha hatiye ragihandin:

Di qonaxa 12 a amadeyiyê de, rêjeya derktina xwandekarên beşa Zanistî %36 û li beşa Edebî %34 û herwiha di qonaxa 9 a seretayî de jî rêjeya derketinê %61 e.

Wezîrê Perwerdeyê herwiha da xuyakirin, ku rêjeya derketina xwandekaran dê biguhere, ji ber ku dê ezmûnên gera duyem jî werin encamdan.

Di konfransa rojnamevaniya Wezîrê Perwerdeyê de, navên xwandekarên yekem li ser asta Başûrê Kurdistanê jî hatin aşkerekirin.

Li gorî encaman, di beşa Zanistî ya qonaxa 12 a amadeyî de, xwandekarê ji Silêmaniyê, Mihemed Zana Mihemed bû yekemê Kurdistanê.

Herwiha di beşa Edebî ya qonaxa 12 a amadeyî de jî, xwandekara ji Duhokê, Bêxal Numan kerîm bû yekem, di beşa Pîşesyî de, xwandekarê ji devera Germiyanê, Aram Mihemed Omer Ehmed bû yekem li ser asta Herêma Kurdistanê û di qonaxa 9ê seretayî de jî xwandekara ji Hewlêrê, Seda Ceifer Kerîm Nebî bû yekem.

Piştîwan Sadiq di axavtinekê pîrozbayî li hemû xwandekarên serkevtî jî kir.

Li gorî amarên Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 255 hezar xwandekarên qonaxên 9ê seretayî û 12ê amadeyî li seranserê Başûrê Kurdistanê beşdarî di ezmûnên xwandinê yên îsal de kiribûn.

Rudaw
Top