• Friday, 20 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm:Kerkûk beşdarî referandoma Kurdistanê dibe

Necmedîn Kerîm:Kerkûk beşdarî referandoma Kurdistanê dibe
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragehand ku, referandom mafekî rewa ye û tekez kir ku, bajarê Kerkûkê dê beşdariyê di referandomê de bike.

Di ragehandina nivîsingiha Parêzgehê Kerkûkê amaje bi wê yekê hate kirin ku, duh, Yekşemê 23.07.2017 Parêzgarê Kerkûkê li gel Cîgirê taybet yê neteweyên Yekbûyî re civiya.

Di çarçoveya hevdîtinê de Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragehand ku, piştî têkişkandina DAIŞê pêwîste Asayîşa Iraqê aramiyê pêkbîne û rêgiriyê ji gorûpên nû yê terrorist re bigre.

Herwiha di civînê de behsa wê rapora Yunamî derbarê pirsa referandom û piştgiriya partiyên serke yê Kuridstanê li gel karkirina parlemanê hate kirin.

Basnews
Top