• Friday, 20 February 2026
logo

Pêşmerge: Em rê nadin ti hêzek din derbasî Kerkûkê bibe

Pêşmerge: Em rê nadin ti hêzek din derbasî Kerkûkê bibe
Berpirsê Mêhwera 4 a Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Westa Resûl ragihand, ew rê nadin ti hêzên din derbasî sînorê Kerkûkê bibin.

Fermandarê pêşmerge û Berpirsê Mêhwera Çar a Hêza Pêşmerge li Kerkûkê, Westa Resûl da xuyakirin, ku çeperên hêzên pêşmerge yên li sînorê Kerkûkê gelek qahîm in û ti pêwîstî bi hatina hêzeke din bo wî sînorî nake.

Westa Resûl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Ti metirsiyek li ser sînorê Kerkûkê nîne û ji ber wê jî ti pêwîstî bi hêzeke din jî nîne.”

Resûl tekez kir: “Em rê nadin ti hêzeke din ku derbasî sînorê Kerkûkê bibe, tenê eger bi rêkevtin û razîbûna Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge nebe.”

Wî fermandarê Hêza Pêşmerge ku hevdem endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî ye, amaje bi wê yekê kir, ku li sînorê Kerkûkê tenê lîwayeke Heşa Şeibî heye ku li sînorê Taze û Beşîr bi cih in û ew jî tirkmenên şîe ne û di bin ferman û rêpêdana Pêşmerge li wî sînorî ne.

Rudaw
Top