Hoşyar Zêbarî amadekariyên referandomê li gel cîgirê nûnerê sekreterê NYê gotûbêj dike
Duh 23.07.2017ê endamê polîtburoyê PDKê û endamê encûmena bilind a referandomê Hoşyar Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir ku pêşwazî li cîgirê nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NYê Antonio Guiteres, George Boston kiriye.
Herwaha ronî kir, ku di hevdîtinê de behsa paşeroja lihevkirina niştimanî li Kurdistanê û Iraqê kiriye û pirsa amadekariyên referandomê jî bo dema hatî diyar kirin ango 25 Îlonê de gotûbêj kirine.
Basnews
