Siyasetmedarekî Almanî: Herêma Kurdistanê nîşan daye ku hêjayî serxwebûnê ye
Siyasetmedarekî Almanî bi navê Andiryas Bîtnîr ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê daye ku xwedan ezmûn û sîtemeka demokratîk e. Bi taybet di şerê DAIŞê de Pêşmerge bi mêrxasiyek mezin şer kir û parastina sivîlan kir. Ji ber wê jî Kurdistanê nîşan daye ku hêjayî serxwebûnê ye.
Andiryas Bîtnîr her wiha got, ruxmî wê yekê ku Kurdistanê di nav kirîzeka darayî de bû lê dîsa jî deriyê xwe bo koçber û penaberan vekir. Ev jî bû sebeba wê ku piraniya welatan berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û alîkariya wê bikin bi taybet Almanya ku her dem bi hewara kurdan hatiye.
Wî siyasetmedarê Almanî li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê jî got, em piştevaniya referandom û serxwebûna Kurdistanê dikin. Min di “cover”a facebooka xwe de jî alaya Kurdistanê daniye. Beşek ji parlamenter û siyasetmedarên Almanya jî mîna min piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin.
Li ser helwesta hikûmeta Almanya li hember referandoma Kurdistanê jî Andiryas Bîtnîr got, referandom û serxwebûn biryara gelê Kurdistanê ye. Hûn dê biryar bidin û ew jî mafekî rewa yê we ye.
Basnews
