• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrataş: Kuştina mamosteyekî ji aliyê PKKê ve şermezar kir

Demîrataş: Kuştina mamosteyekî ji aliyê PKKê ve şermezar kir
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bûyera mamosteyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin şermezar kir.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş derbarê kuştina Mamoste Necmettîn Yilmaz de ji girtîgeha xwe nameyek belav kir. Hevserokê HDPê got, kuştina wî mamosteyî bi tûndî şermezar dike û lenetê li vê bûyerê tîne.

Demîrataş, kuştina mamoste Necmettîn Yilmaz bi hovîtî binav kir û ti hinceteke vê bûyerê ya rewa û ehlaqî nîne. Herwiha ew wekî HDPê li hemberî kuştinên bi vî rengî bêdeng namînin û rehma xwedê li wî mamosteyî dixwazin.

Necmettîn Yilmaz dema li navçeya Sîwerekê ya Rihayê mamosatetî dikir, ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin û tarmê wî avêtibûn çemê Munzirê.

K24
Top