• Friday, 20 February 2026
logo

Erebên Kerkûkê gilî û gazinan ji Hikûmeta Iraqê dikin

Erebên Kerkûkê gilî û gazinan ji Hikûmeta Iraqê dikin
Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd ku di heman demê de, yek ji serkirdeyên erebên sunî ye ragihand, ku hikûmeta Iraqê ew paşguh dikin û di derbarê giştpirsiya herêma kurdistanê de jî diyar kir, heta niha tu helwesteke wan li hember giştpirsiya herêma Kurdistanê tune ye.

Rakan Seîd ji Rûdawê re ragihand, ku heta niha deverên erebên sunî yên ser bi parêzgeha Kerkûkê di bin destê DAIŞê de ne û got: “Divê zû bêne rizgarkirin, lê hikûmet guh nade vê yekê. Em dikarin bêjin ku hikûmetê tevahiya pêkhateyên Kerkûkê û bi taybetî jî pêkhateya ereb paşguh kiriye û nehiştiye beşdar bibin di rizgarkirina erdên xwe û parastina Kerkûkê de.”

Rakan Seîd bal kişande ser wê yekê, ku hikûmeta Iraqê giringî nade pêkhateya ereb û got: “Welatî nêzîkî ji sedî 70 ji deverên ereban koçber bûne û xizmet ji wan koçberan re nehatiye kirin, ev karê me jî nameyeke ji tevahiya xelkê Kerkûkê re, ku bibîranîna şehîdan, vê rastiyê nîşan dide ku baweriya wan şehîdan bi pêkvejiyana di navbera tevahiya pêkhateyên Kerkûkê de hebû. Ew şehîdên tevahiya pêkhateyan in, lê Encemena Erebî rijde li ser vejandina vê bîranînê.”

Weke din Seîd amaje bi wê yekê kir, ku li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê hêj helwesta wan ne diyar e û got: “Heta vê rojê di derbarê giştpirsiyê de tu helwesteke me tune ye, em hewl didin helwestek hebe ku mafê her kesî biparêze, ti bersiveke me ya din tune ye.”

Rudaw
Top