Heta niha li navçeyên nakok ên Kurdistanê ti rapirsî nehatine kirin
Tevî ku ti rapirsiyek li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, derbarê referandûmê de ne hatine kirin lê Serokê Navenda Lêkolînên Stratîjîk dibêje, encamdana giştpirsiyê li wan navçeyan dê erînî be. Eger aliyên kurdî hemû bi hervre li hev bikin wê demê dê rêjeya beşdariyê li Kerkûk û navçeyên veqetandî zêdetr bibe.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk Aras Qadir Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand: “Birêveçûna pêvajoya referandûmê li navçeyên veqetiyayî dê erênî be. Lê du bijarde hene. Ya yekemîn, eger aliyên kurdî hemû li hev bikin dê rêjeya beşdarbûnê li Kerkûkê û navçeyên din jî zêde bibe. Lê eger rewşa siyasî ya Kurdistanê weke ya îro berdewam bibe, wê demê tê payîn rêjeya beşdarbûnê ji sedî 60 heta 65 be.”
Derbarê amadekariyên referandûmê de Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Şêrwan Zirar eşkere kir, ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rijd in, ku li navçeyên nakok referandûm were kirin.
Şêrwan Zirar got: “Ji bo serjimêriyeke rast a herêmên veqetiyayî li ber destê me be û em bizanin ka çend navedên dengdanê pêwîst in, pêwîste ji nêzîk ve em herin wan navçeyan û berpirsên îdarî yên xwecihî bibînin. Herwiha divê em bizanin ev rêveberî dikarin ji bo birêvebirin û ewlekariya pêvajoya dengdanê çi qas alîkarî bidin me.”
Beriya niha Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ji Rûdawê re gotibû, ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana herêmên nakok ên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê bike, li gel partî û aliyên siyasî yên van navçeyan bicive.
Roja 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.
Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.
Rudaw
