• Friday, 20 February 2026
logo

Malkî: Referandom bi tenê xewne

Malkî: Referandom bi tenê xewne
Nurî malkî djayetîya xwe jibo Rreferandoma serxwebûna Kurdistanê ragihand û got: Herêma Kurdistanê ji alîyê yasayî û destûrî ve maf nîne ji Îraqê cuda bibe.
Nurî Malkî cîgirê serokomarê Îraqî û serokwezîrên berê di hevdîtineka taybet de ji bo ajansa Spotnîk ya Rûsî behsa Referandoma serxwebûna Kurdistanê kir ku biryare li roja 25 meha Îlona îsal bê kirin û got: Serxwebûna Kurdistanê tenê xewneke Mas’ûd Barzanî serokê Herêmê di bîne û li dijî yasa û destûrê Îraqê ye.
Herwesa got: Serokê Herêmê nebitenê di gel serbexûya Herêmê ye, lê xewna bi Kurdistana mezin ve di bîne û li ser vê yekê ê rijde, û ji alîyê yasay ve maf heye Referandomê biken, lê yasa û destûrê Îraqê rê nade Herêmê cuda bibe.
Malkî zêdetir jî got: Kurdan çarenvêsê xwe di Referandoma destûrî ya sala 2005 da diyar kirîye û danpêdan bi Îraqeka fîdral kirîye û nabe dubare Referandom bê kirin.

War.tv
Top