RIHA - Cenazeyên 5 xebatkarên kurd li Pirsûsê hatin binaxkirin
Li Edenê 5 xebatkarên kurd, dema ku baniya kargehê çêdikirin, werîsa vînçê qetiyabû û ketibûn xwarê.
Her pênc xebatkarên bi navê Mustafa Gumuş ku 37 salî bû, birayê wî Murat Gumuş ku 18 salî bû, Fehmi Kaya ku 36 salî bû, Faruk Kaya ku 18 salî bû û Halil Emrah Aslan ku 24 salî bû, di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Cenazeyên xebatkaran li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binaxkirin.
Di merasîma cenazeyê de xizmên qurbaniyan diyar kirin, ku di bûyerê de îhmal heye û divê berpirsyar bêne cezakirin.
Rudaw
