2000 hezar keçên Êzdî dê bibin pêşmerge
Berpirsa Hêza keç a fermandeya Şingalê ya pêşmergyên Kurdistanê Xatî Şingalî ji BasNewsê re ragehand ku, berdewam keçên Êzdî qesta me dikin bibin pêşmrge daku, berevaniyê ji xaka Kurdistanê birkin, da zanîn ku, ew berhevin û amadene biçin her cihekî û berevaniyê bikin.
Xatî da zanîn ku, navê wan kesên xwe tomarkirine bo cihê pêwendîdar veguheztine û ew çaverêne razîbûnê li ser bidin daku, dest bi meşq û rahênanê bikin û berevaniya xaka Kurdistanê bikin.
Basnews
