• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamentera Xirîstiyan: Divê gelê me bibêje ‘Erê’ û starta festîvala serxwebûnê bide

Parlamentera Xirîstiyan: Divê gelê me bibêje ‘Erê’ û starta festîvala serxwebûnê bide
Gav bi gav ber bi referandûma ku dê çarenivîsa Kurdistanê diyar bike û dê di 25ê Îlonê de pêk were ve, her diçe piştgirî jî bo referandûmê zêde dibin. Pêkhateyên olî yên li Kurdistanê dijîn jî referandûma serxwebûnê weke gaveke dîrokî dinirxînin.

Parlamentera Xirîstiyan li Parlamentoya Kurdistanê Vahîde Yakuhurmiz ji Basê re referandûmê dinirxîne û dibêje, “Hêviya me ew e ku di demeke nêzîk de Dewleta Kurdistanê were avakirin.” Hurmiz dibêje, di vê oxirê de pir berdêl hatin dayîn. Em hêvîdar in di demeke kin de dewlet ava bibe û axaftina xwe wiha didomîne: “Dê miletê me bi giştî tevlî referandûmê bibe. Kurdistan tekane cihê ku em ji tundrewî, nijadperestiyê dûr in û bi awayekî aştiyane dijîn. Kurdistan tekane welat e ku pêkhate û olên cuda lê bi ewlehî dijîn. Em tev dibînin li Iraqê rewşa Xirîstiyan û olên din pir xerab e. Ji ber baweriya xwe dibin qurbanî, lê li Kurdistanê berovajî vê em tev bi aramî pêkve dijîn.”

“Divê gelê me bibêje ‘Erê’”

Yakuhurmiz diyar dike ku piraniya gelê me wê bibêje ‘Erê’ û wiha pê de diçe: “Daxwaz û hêviya me ji gelê me ew e ku di referandûmê de bibêjin ‘Erê’ û starta karnavala Kurdistana Serbixwe bidin. Bêguman bawermendên Xirîstiyan, partiyên me jî weke pêkhateyên din piştgiriya referandûmê dikin. Em dixwazin qedera xwe bi referandûmê diyar bikin. Dê referandûm bibe çareseriya pirsgirêkên niha û yên dahatûyê.”

“Dê dengê Xirîstiyanan ‘Erê’ be”

Yakuhurmiz di derheqê rewşa Xirîstiyanên li Kerkûk û Deşta Nînovayê de ku DAIŞê êrîşî wan kiribû de jî radigihîne: “Gelê Deşta Nînovayê jî dizane ku dema DAIŞ êrîşî wan kir Herêma Kurdistanê derî û mala xwe ji wan re vekir û xwedî li wan derket. Baweriya wan bi Hikûmeta Kurdistanê heye ne bi ya Iraqê.

Yakuhurmiz destnîşan dike ku divê herêma wan bi ser Kurdistanê ve be ne bi ser Mûsilê ve. Heta girêdayî Mûsilê bin dê jiyana wan di metirsiyê de be. Û axaftina xwe wiha didomîne: “Xirîstiyanên Nînova û yên Kerkûkê jî piştgiriya referandûmê dikin. Dê biryara wan di referandûmê de ‘Erê’ be. Ji ber ku bo çareseriya Xirîstiyanên Nînova û Kerkûkê referandûm rêya herî baş e.”

Referandûm jî dê bi beşdariya Xirîstiyanan baştir serbikeve. Ne tenê aliyên siyasî yên Xirîstiyanan, tu saziyên sivîl jî li hember referandûmê dernakevin. Xirîstiyan eşkere bilêv dikin ku wan jî weke pêkhateyên Kurdistanê gelek zilm û zehmetî ji Iraqê dîtine û di van salên dawî de ji ber Hikûmeta Kurdistanê aramî û xweşî dîtine. Em daxwaza ewlekarî û parastina jiyana xwe dikin. Em bawer in ku di Kurdistana ku dê bê ava kirin de em ê xwedî van mafan bin.”

“Mafe me jî heye em bibin dewlet”

Yakuhurmiz diyar dike ku serxwebûn xeyala hemû Kurdan e û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: “Herkes bi kelecaneke mezin li benda roja referandûmê û ragihandina serxwebûnê ye. Ji ber ku mafê me jî heye em bibin xwedî dewlet. Dê referandûm jî ji hemû cîhanê re îspat bike ku Kurd dixwazin serbixwe bijîn. Ez Endamê Heyeta Bilind a Referandûmê me ku Serok Mesûd Barzanî Serokatiya wê dike. Em ê bi Yekîtiya Ewropayê re referandûmê nîqaş bikin.”

Yakuhurmiz herî dawî kêşeyên di nav partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê de û mijara Parlementoya Kurdistanê ku di 2015an de hatibû girtin jî dinirxîne û axaftina xwe wiha didomîne: “Sedema karnekirina parlementoyê Serokê Parlementoyê ye. Ji ber ku tevgerên wî hizbî bûn. Parlementoya berê pirsgirêkên gel çareser dikir, hikûmet kontrol dikir. Lê Serokê ji Goranê ku bi hilbijartinê hatibû, pirsgirêk çareser nekirin, li hember derxistina yasayan derket. Parlemento êdî ji kar ketibû. Niha jî Goran ne amade ye ku Yûsif Muhammed dev ji vê kursiyê berde. Hê jî ji bo çalakkirina parlementoyê astengiyan derdixin. Goran dibe sedema çalaknekirina parlementoyê.”

Basnews
Top