Şandeke hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê diçin Washingtonê
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Ceng a Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re ragihand, îşev roja sêşemê 11ê Tîrmeha 2017an şanda hevbeş ber bi Washingtonê bi rê dikeve.
Herwiha Helgurd Hîkmet got: “Erkê me gihandina peyama Pêşmerge bi 72 welatên hevpeymaniya dijî DAIŞê ye, da ku hevkarî û piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmerge bidomînin û herwiha ji bo nehiştina grûpên piçûk ên peyrewên DAIŞê û fikr û ramana tundrewiyê.”
Helgurd Hîkmet ku di vê şandê de nûnerê Pêşmerge ye diyar kir: “Serdan dê çend rojan bidome û li gel çendîn berpirsên leşkerî û siyasî dê civîn werin pêkanîn.”
Rudaw
