• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis li ser referandumê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis li ser referandumê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şanderê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis îro di civînekê de referandum, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin.

Îro duşembî 10ê Tîrmeha 2017ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Şanderê Tyabet ê Netewên Yekbûyî li Iraqê û Jan Kubis û şandeke pê re civiya.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de raihand, Jan Kubis derbarê hevdîtinên xwe yên li navçeyê û Netewên Yekgirtû de zanyarî dan Nêçîrvan Barzanî û herwiha amaje bi operasyona Mûsilê jî kir û hemahengî û hevkariya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bilind nirxand.

Derbarê çarenivîsa parêzgeha Neynewayê (Mûsil) piştî nemana DAIŞê de jî, Kubis tekez kir, ku pêwîst e proseyeke siyasî bi mebesta vegerandina baweriyê di navbera pêkhateyên deverê de dest pê bike.

Li ser pêwendiyên nvabera Hewlêr û Bexdayê jî, Şanderê Netewên Yekbûyî li Iraqê da xuyakirin, ku pêwîst e diyalogeke cidîtir û vekirîtir di navbera her du aliyan de hebe, bi taybet ku niha ji aliyê serbazî ve pêwendiyeke baş heye û bi şêweyekê rengvedan li ser warên din de jî hebe.

Jan Kubis di heman hevdîtinê de derbarê referanduma Herêma Kurdistanê de jî axivî û tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna diyalog û şêwira zêdetir di navbera hemû aliyan de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di vê civînê de ragihand, pêwendiyên başên Hewlêr û Bexdayê bi taybet di ware serbazî de, bûye sedema encamên baş û tekez kir, ku divê Bexda hewl bide ku proseyeke cidî bi mebesta çareserkirina wan arîşeyên ku pêştir bûne sedema çêbûna DAIŞê û herwiha ji bo vegerandina baweriyê bo pêkhateyên deverê dest pê bike.

Derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku ji mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide û di vê bareyê de amadebûna Herêma Kurdistanê bo gotûbêjê û diyaloga cidî li gel Bexdayê û hemû aliyan nîşan da.

Rudaw
Top