Serok Barzanî gehêşte Brukselê
Di çarçoveya kar û çalakiyên civata bilind ya refrandumê de, îro şandeke vê civatê bi Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li gel rayedarên YEê serdana Brukselê kir.
Di vê derbarê de Peyamnêrê me ji Brukselê diyar kir ku bi çend deqîqe beriya niha Serokê Kurdistanê û şanda pê re gehêştiye Brukselê û ji aliyê hijmareke zêde ji rayedaran ve hatiye pêşwazîkirin.
Peymanêrê me herwiha diyar kir ku vê sibê Serokê Kurdistanê û şanda pê re dest bi civîn û hevdîtinên xwe li gel rayedarên YEê bike.
