Rêxistinekî Mafê Mirovan bo PKK:Girtiyên Kurdan bi lez ji zindanên xwe serbest berdin
Rêxistana Demokratiyê ya Mafên Mirovan ku, navenda wê li Almanyayê daxuyaniyek ku, kopiyeka wê giheşte BasNewsê belav kirye, tê de ragehand ku, Asayîşa PYD li bajarê Kobanê Endamê pêwendiyên giştî yê partiya Şepêla Pêşeroj li Sûriyê Elî Temê binçavkiriye.
Herwiha di daxuyaniya navendê de hatiye ku, Asayîşa PYD roja Şemiyê ser bi mala wî serkirdeyê ENKS Elî Temê dema ji bakurê Tirkiyê bi serdanekî hatiye gundê xwe giritye û ew bi ciheke ne diyar ve birine, herwiha çarenivîsa wî jî heta niha ne diyare.
Di heman demê wê rêxistina mafê Mirovan girtina serkirdeyê ENKS bi tûndî şermezar kir û daxwaz ji PYD kir ku, girtîgehên xwe ji hemû girtiyên siyasî û çalakvanan vala bike.
Basnews
