• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan : li bakurê Sûriyê pêngaveke bi dijî me be dê din sekinandin

Erdogan : li bakurê Sûriyê pêngaveke bi dijî me be dê din sekinandin
Piştî civîna Lûtkeya G20ê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser pirsa pêkanîna giştpirsiya ji bo serxwebûna Kurdistanê got: “Ez mijara gistpirsiyê ji bo siberoja Iraqê rast nabînim.”

Recep Tayyip Erdogan li Hamburgê bi konferanseke çapemeniyê bersiv da rojnamevanan.

Erdogan li ser pêkanîna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê diyar kir: “Ez mijara gistpirsiyê ji bo siberoja Iraqê rast nabînim. Me ev ji dostê min Birêz Barzanî re diyar kir. Me got ev rêyeke şaş e. Dayîna bedêla vê yekê, dê pir dijwar be. Ez nizanim niha di kîjan qonaxê de ne.

Ez hêvî dikim ku dev ji vêya berdin. Ez wisa difikirim ku berxwedana li ser vê mijarê, dê ji wan re bide windakirin. Ji bo me yekîtî û yekparçeyiya Iraqê giring e.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno, Erdogan di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Efrînê de jî wiha got:

“Siyaseta me li ser eşîrtiyê nîne û li ser nijadperestiyê qet nîne. Muxatabê me her dem mirov e. Eger li sînorên me, hin pêkhateyên ku gefê li me dixwin hebin, emê hedê wan pêkhateyan nîşanî wan bidin. Eger li bakurê Sûriyê helwdana goya dewleteke kurdî çêbe, emê nehêlin.

Herwiha li bakurê Sûriyê pêngaveke bi vî rengî çêbû û me ew pêngav da sekinandin û nehişt. Piştî vê jî emê ti car nehêlin ev yek bibe. Gefên ji wir li dijî welatê me tênê xwarin, emê ti car nebexşînin.”

Rudaw
Top