Merkel: Min helwîsta xwe gehandiye kurdan
BasNews yek ji dezgayên ragehandina Cîhanî bu ku beșdarî lutkeya G20 buyî, peyamnêrê BasNews Armanc Agîd Nêrweyî, piștî jê hatiye xastin pirsa xwe araste bike.
Peyamnêrê BasNews di prêskonferansa şêwirmenda Elmanya de wiha ji Angela Merkel pirsî: Xanima Rawêjkar, bêgûman we li gel mêvanên xwe behsa teror û terorîstan li rojhilata naverast kir, kî li wê derê hember DAIŞê rawestiya ye û șer dike, tenê Pêșmergene, ew jî ne endamin û hîna xwedî welatek nînin, hûn li gel dewleta kurd in an jî dijî dewleta Kurdistanê ne?
Di bersiva vê pirsê de Angela Merkel got: ''Ez li gel vê yekê me ku herêma kurdan beșek ji îraqê be, kurd jî vê baș dizanin ku me ew agehdar kirine, ew alîkariya me pêșkêșî wan kirî, berdewamî kirin jî di çarçêveya alîkariya kurdan li îraqê de ye.''
Hêjayî gotinê ye Angela Merkel li ser wan mijar û babetên di du rojên civînê de behs kirîn zanyarî dan, balkișand ser helwîsta welatên yekgirtiyên Emerîka bo babeta Jîngeyê ku tenha li ser wê xalê pêknehatine.
Basnews
