Li Colemêrgê êrîş li karkeran: 4 karmend hatin kuştin
Êrîş li navçeya Çobanpinarê ya ser bi bajarê Geverê tê kirin û otombîlên kompanyay dirustkirina rê û piran ya leşkerî tên armanckirin.
Di encama êrîşê de, 2 karmendên kompanyayê tên kuştin û 3 karmendên din jî birîndar dibin. Lê li nexweşxanê 2 karmendên birîndar canê xwe jidest didin û birîndarê din jî di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Piştî bûyerê û li dijî êrîşberan, operasyoneke berfereh dest pê kir.
K24
