HDPê bersiva Erdogan da: Dîrok dê nîşan bide ka kî terorîst e!
Erdogan, duh li bajarê Hamburg yê Almanya, piştî ku civîna welatên endamên G20 xilas bû, bersiva pirsên rojnamevanan da. Rojnamevanekî ji Erdogan pirsî hevserokê girtî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî dê kengê bên berdan? Erdogan jî wiha bersiva da: Ewê ku tu behsa wî dikî, terorîst e! Terorîstî jî nayê berdan…!”
HDPê bi daxuyaniyeka nivîskî bersiva Erdogan da û ragihand, Demîrtaş terorîstî nîne, ew îradeya 6 milyon kes û endamê parlamentoyê ye. Em qebûl nakin Erdogan ji Demîrtaş re bêje terorîst, helbet dîrok dê nîşan bide kî terorîst e. Gotinên Erdogan tên wateya zeftkirina dadgeh û darazê.
Hevserokê HDPê û parlamenterê bajarê Stenbolê Selahedîn Demîrtaş derdora 7 mehan e hatiye girtin û li girtîgeha bajarê Edîrne yê Tirkiyê ye.
Basnews
