Barzanî dê seredana Belcîkayê bike û gotarekê li Perlemantoyê Ewropayê pêşkêş bike
Erşed Şwanî peyamnêrê WAAR li Hewlêrê ragihand; Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê dê li 10î vê mehê, seredana Ewropayê bike û li Brokisla paytexta Belcîka dê gotarekê li nava perlemantoyê Ewropa pêşkêş bike.
Diyar jî kir; Şandekê bilind Herêmê ku ji komîta karên welatên Ewropa û Amerîka ya Referandûma Herêma Kurdistanê pêkhatîye û nûnerên YNK û Yekgirtûyê û herwisa pêkhateyên din jî dê di gel Barzanî seradana Ewropa û Belcîka biken û sibê bi şev dê birêbikevin.
Li gorî biryarên kombûna îro ya civata bilinda Referandûmê, komîteyek ji bo welatên Ewropa, Amerîka û welatên din ên cîhanê hatîye pêkanîn seredana 10î vê mehê jî, bi yekem seredana fermîya wê komîtê tê hejmartin.
Waar.tv
