• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Erefat Kerem: Daxwazkirina Talebanî ji bo Îranê ji bo dijatîkirina Referandûmê ye

‘Erefat Kerem: Daxwazkirina Talebanî ji bo Îranê ji bo dijatîkirina Referandûmê ye
Serokê firakisyona Partî li Perlemantoyê Îraqê ji karxistina Perlemantoyê Kurdistanê bi karekê hekîmane da zanîn, êirş jî kirin ser YNKê û Goran û Komelê ji ber helwestên wan li dor Referandûmê.
‘Erefat Kerem di pêgehê xwe yê taybet li ser tora Twitterî êriş kirin ser YNKê ji ber helwestên wê ên hevdij li dor Referandûmê, û got; Seredana Mam Celalî bi nexweşiya wî ve, gaveka bêzare ji alîyê Îranê ve ji bo dijatîkirina serxwebûna Kurdistanê, di wî demî da serokê Herêmê çendîn caran seredana wî welatî ret kiriye.
‘Erefat Kerm got jî; Ji karxistina Perlemantoyê Kurdistanê ji alîyê partî gaveka hekîmane bû û got;Ger partî ew yek ne kirba tevgera Goran da jiyanê li Herêmê ji karêxît.
Li dor Komela Îslamîya Kurdistanê jî, ‘Erefat Kerm ragehand; Ew di helwestê Goranê li dor Referandûmê gehşitîne, lê ew di helwestê Komela Îslamî nagehin, ya bi Dil û qalb ve xwe bi Goranê ve girêday.

Waar.tv
Top