• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Misirê xaleke leşkerî de êrîş pêkhat: 23 kuştî

Li Misirê xaleke leşkerî de êrîş pêkhat: 23 kuştî
Li Misirê li herêma ku DAIŞ lê bi bandore li bajarê Refahê, li xaleke leşkerî bi du wesayîtên bombekirî ve êrîşek pêkhat û di bûyerê de 23 leşker hatin kuştin.

Li Misirê li nîvcezîreya Sîna li bajarê Refahê li ser xaleke leşkerî êrîş pêkhat û hate ragehandin herî kêm 23 leşker hatine kuştin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine vergirtin, li bajarê Refahê ve girêdayî gundê El-Burs li ser xala leşkerî bi du wesayîtên bombekirî ve êrîş pêkhat û piştre jî cîhê bûyerê bi çekan gule baran kirine û di êrîşê de herî kêm 23 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya berê hatibû dayîn de hatibû gotin ku efserek û 10 leşker hatine kuştin. Heta naha derbarê êrîşê de ti aliyekê berpirsyariya wê negirtiye ser xwe. Li nîvcezîreya Sîna ji sala 2014ê heta naha rêxistina Ensar Beyt El-Mekdîs bi bandore û bîat bi DAIŞê aniye û navê herêmê jî kiriye wîlayeta Sîna.

Basnews
Top