Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
Piştî qebûlbûna guherîna Destûra Bingehîn di referandumê de MHP û AKP li ser rêziknameya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşnûmayek amade kirin û herdu partî di guherînê de li hev kirin. Guherîna rêxihnameya rêvebiriya parlamentoyê ji 17 xalan pêk tê û dê îro rêziknameya nû pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.
Di guherîna rêziknameya ku MHP û AKP li ser li hev kirin de suprîzên nû jî hene, li gorî rêziknameyê cezayê pereyan ji peyvên wek ‘Kurdistan' û ‘Amed' re tê birîn. Di guherînê de yek ji xala din jî parlamenterê ku sond nexwe dê parlamenter neyê hesibandin û ji mafê wê îstîfade neke. Ev jî pêşî Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana tîne hişê mirov.
