• Saturday, 21 February 2026
logo

Dr. Mukerem Talabanî: Referandom pêwîstî bi parlamentoyê û yasayê tineye

Dr. Mukerem Talabanî: Referandom pêwîstî bi parlamentoyê û yasayê tineye
Yasanas û siyasetmedarek kevin ê kurd amaje bi vê yekê dike ku pêkanîna referandomê bo serxwebûna Kurdistanê, pêwîstiya xwe bi yasa û biryara parlamentoya Kurdistanê tineye û li ser vê yekê jî belge li ser referandoma Skotlandê nîşan dide.

Yasanas û siyasetmedarê kevin Dr. Mukarem Talabanî, di hevpeyvîneke dirêj ku rojnamevan Celal Horênî li gel pêkanî ye de û beşek jê hatiye belav kirin de bersiva pirsekê ku (Gorran û Komel dibêjin naha dema referandomê nîne û dema rêkxistina nav mala kurd û çalak kirina parlamentoyê ye, gelo ew gotin naha raste?) ragehand: ‘’Referandom bi rêya parlamentoyê ve be, yan birêya gel be, ev awayeke teknîkiye, ew dibêjin parlamento divê yasa derbixe, lê di rastiyê de nexêr yasaya parlamentoyê ne pêwîst e.’’

Herwaha got: ‘’Li Skotland du car referandoma cudabûna Brîtanya hate kirin, lê parlamentoyê biryar derneket, ji ber hikûmet an jî partiyekê daxwaz kir ku referandom bê kirin, wan referandom kir û serneketin, ev pirsgirêkek dine ku peyvendiya xwe bi vê babetê ve tine.’’

Mukarem Talabanî amaje bi vê yekê jî kir ku hikûmet eger bixwaze yan bi rêya parlamentoyê ve referandomê ve dike, wê deme hejmara piranî divê razîbin û got: ‘’Eger partiyek daxwaz bike dikare bê kirin, naha Gorran û Komel dibêjin divê yasayek li parlamentoyê derbikeve, lê nexêr piştevaniyê bikin, berî referandom bê kirin, piraniya partiyan rêkdikevin li ser awayekê û wê demê referandom dikare bê kirin û pêwîstiya xwe bi yasayê tineye.’’

Basnews
Top