Rojeva bakur: Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ye
Serokê Partiya Azadiya Kurdistan ê Wanê Fahrettîn Tutuncu dibêje wan hemû xebatên xwe yên partiye dane rawestandin û mijara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê kirina rojeva sereke.
Fahrettîn Tutuncu-Serokê Partiya Azadiya Kurdistan ê Wanê-
"Pêwîste ku hemû rêxistin, partî û hêzên kurdan di pêvajoya referandûmê de kar û xebatên xwe deynin aliyekî û ji bo pêvajoya referandûmê xebatên xwe bikin."
Saziyên sivîl ên Bajarê Wanê jî piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dikin ku Baroya Wanê div ê mijarê de gava referandûmê wekî gaveke rast dibine. Serokê Baroya Wanê Mûrad Tîmur tîne ziman ku referandûmmafê rewa û xwezayî ye.
"Dema em ji aliye hiquqî ve li mijarê dinerin krîtera self determîsansyonê heye ku mafê her milletî heye biryara çarenûsa xwe bide û ji ber vê yeke jî referandum û xwestina dewleteke serbixwe rast e."
Saziyên sivîl û siyasetmedarên Wanê bang li hemû aliyên kurdan dikin ku di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de însiyatîfê bistînin û di sînerjiyeke netewî derxin holê.
K24
