• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka û Rûsya li ser agirbesta Sûriyê li hevkirin

Amerîka û Rûsya li ser agirbesta Sûriyê li hevkirin
Amerîka û Rusyayê li ser agirbesta li navçeyên başûrê rojavayê Sûriyê li hevkirin.

Di çarçoveya Kopîtka G20ê ya li bajarê Hambûrga Almanyayê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson civiyan. Piştî vê civînê serokê Rûsya û Amerîkayê, bi amadebûna wezîrên derve hatine cem hev.

Piştî van civînan Sergey Lavrov ragihand, ku pisporên rûsî, amerîkî û lubnanî xebatên xwe yên li ser agirbesta li herêmên Der'a, Quneytra û Suveydeyê ya başûrê rojavayê Sûriyê temam kirine.

Lavrov da zanîn ku dê li wan herêman roja 9ê Tîrmehê, danê nîvro agirbest destpê bike.

Li herêmên Der’a, Quneytre û Suveydeyê bi berdewamî di navbera hêzên dijbere û hikûmeta Sûriyê de pevçûn derdikevin.

Bi gotina Lavrov berpirsiya venêrina ser agirbestê dê li ser milê Rûsya û Amerîkayê be.

Rudaw
Top