Meleyek piştî nimêja înê hate kuştin
Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Qeladizê Osman Mihemed ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku demjimêr 13:00ê îro piştî nîvro 08-07-2017, piştî temambûna gotara nimêja înê, melayê Mizgefta Rehman, Hazim Sidîq Elî, ji aliyê kesekî ve rastê êrîşa çekdarî hat.”
Mihemed da zanîn, ku Mele Hazim di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.
Osman Mihemed got: “Mamosta Hazim Sidîq Elî di nav xelkê de weke Mele Ehmedê Dêre jî dihate naskirin û di sala 1972ê de ji dayik bûye. Li taxa Aştî ya Qeladizê rûdinişt.
