Partiyên Bakûrê Kurdistanê: Kurd êrîşa ser Efrînê qet qebûl nakin
Ji aliyê Tirkiyê ve amadekariyên êrîşek li dijî Efrînê berdewam in. Li gor medya Tirkiyê, ji çar xalan ve li qezayên Antakyayê Reyhanli û Hassayê, qezaya Dîlokê Islahiyê û ji Deriyê Oncupinara Kilîsê dê operasyon were dest pê kirin.
Operasyon piştî ku leşkerên Rûsî bi tevahî ji Efrînê vekişiyan dê bibe û tê gotin ku Rûs û Tirkan li ser vê mijarê li hev kiriye. Niha jî rojane Efrîn tê topbaran kirin û xelkên sivîl û gundi dibin qurbanî.
Tirkiye jî îdîa dike ku li ser gullebarana YPGê li dijî baregehên wan ên ser sînor, wan jî dest bi topbaranê kirine. Partiyên Bakurê Kurdistanê ji Tirkiyê daxwaz dikin dest ji dijayetiya Kurdan berbide û ji PYDê jî daxwaz dike di rêveberiya herêmên Kurdî de ENKSê jî bikin şirîk daku bi tifaqê destê Rojavayê Kurdistanê bihêztir be.
Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Tirkiye naxwaze ku Kurd li ser erdnîgariya xwe li ser axa xwe, xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji ber ku xetere û metirsiya Efrînê ji Tirkiyê re tune ye. Lê belê ger Tirkiye bixwaze bikeve Efrînê dê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên temamê dinyayê li dijî Tirkiyê helwêsta xwe nîşan bide.”
Li gor siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji rêvebirina kantonan dûrxistina ENKSê destê Kurdan di asta herêmî û navnetewî de lawaz dike.
Endamê Desteya Rêveber a PSKê Bayram Bozyel diyar kir: “Di navbera PYD û ENKSê nakokî û kêşeyên kûr hene. Ev yek jî destê Tirkiyê û destê xêrnexwazan li hemberî Kurdan bihêz û xurt dike. Pêwîst e Kurd jî li Rojava tifaq û hevgirtineke rêkûpêk pêk bîne. Divê PYD derî ji ENKSê re jî vebike û pêre hevkariyeke baş bike. Herwiha pêwîst e PYD hevkarî û hevgirtina xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.”
Partiyên Kurdistanî yên wekî PDK-Bakur jî destnîşan dikin ku hincet çi dibe bibe bi ti awayî êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê nayê qebûlkirin.
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak jî da xuyakirin: “Ti Kurd qebûl nake ku dewletek biçe di hundirê dewletek din de li dijî Kurdan şer bike. Hincet û sedem çi dibe bibe, dê helwêsta me li dijî wî şerrî be. Li aliyê din jî pêwîst e êdî PYD li gor serê xwe tevnegere û Kurdistanî bifikire.”
Di 24ê Tebaxa 2016an de Tirkiye ket Cerablûsê û heta Ezaz û Babê ji DAIŞê sitend. Bi vî awayî rê li ber egera gihêştina kantona Kobonî û Efrînê girt. Li gor çavdêran Rûsyayê beramberî Helebê hêşt Tirkiye xeta navborî ji DAIŞê bigire.
Guvaşa dewleta Tirkiyê ya li ser bajarê Efrînê berdewam dike. Dewleta Tirkiyê bi hinceta ku YPGê gulle li baregehên wan reşandiye, ji 27ê Hezîranê ve cî bi cî Efrînê topbaran dike. Li gor berpirsên HDPê ger Tirkiye hewl bide bikeve Efrînê, dê li hemberî xwe hemû Kurdên cihanê bibîne.
Ji aliyê Tirkiyê ve amadekariyên êrîşek li dijî Efrînê berdewam in. Li gor medya Tirkiyê, ji çar xalan ve li qezayên Antakyayê Reyhanli û Hassayê, qezaya Dîlokê Islahiyê û ji Deriyê Oncupinara Kilîsê dê operasyon were dest pê kirin. Operasyon piştî ku leşkerên Rûsî bi tevahî ji Efrînê vekişiyan dê bibe û tê gotin ku Rûs û Tirkan li ser vê mijarê li hev kiriye. Niha jî rojane Efrîn tê topbaran kirin û xelkên sivîl û gundi dibin qurbanî.
Tirkiye jî îdîa dike ku li ser gullebarana YPGê li dijî baregehên wan ên ser sînor, wan jî dest bi topbaranê kirine. Partiyên Bakurê Kurdistanê ji Tirkiyê daxwaz dikin dest ji dijayetiya Kurdan berbide û ji PYDê jî daxwaz dike di rêveberiya herêmên Kurdî de ENKSê jî bikin şirîk daku bi tifaqê destê Rojavayê Kurdistanê bihêztir be. Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Tirkiye naxwaze ku Kurd li ser erdnîgariya xwe li ser axa xwe, xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji ber ku xetere û metirsiya Efrînê ji Tirkiyê re tune ye. Lê belê ger Tirkiye bixwaze bikeve Efrînê dê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên temamê dinyayê li dijî Tirkiyê helwêsta xwe nîşan bide.”
Li gor siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji rêvebirina kantonan dûrxistina ENKSê destê Kurdan di asta herêmî û navnetewî de lawaz dike
Endamê Desteya Rêveber a PSKê Bayram Bozyel diyar kir: “Di navbera PYD û ENKSê nakokî û kêşeyên kûr hene. Ev yek jî destê Tirkiyê û destê xêrnexwazan li hemberî Kurdan bihêz û xurt dike. Pêwîst e Kurd jî li Rojava tifaq û hevgirtineke rêkûpêk pêk bîne. Divê PYD derî ji ENKSê re jî vebike û pêre hevkariyeke baş bike. Herwiha pêwîst e PYD hevkarî û hevgirtina xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.”
Partiyên Kurdistanî yên wekî PDK-Bakur jî destnîşan dikin ku hincet çi dibe bibe bi ti awayî êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê nayê qebûlkirin.
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak
jî da xuyakirin: “Ti Kurd qebûl nake ku dewletek biçe di hundirê dewletek din de li dijî Kurdan şer bike. Hincet û sedem çi dibe bibe, dê helwêsta me li dijî wî şerrî be. Li aliyê din jî pêwîst e êdî PYD li gor serê xwe tevnegere û Kurdistanî bifikire.”

Rudaw