YPG: Artêşa Tirkiyê 5 kesên sivîl kuştin
Navenda Çapemeniya YPGê îro di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, ku di encama êrîşên Artêşa Tirkiyê de hin hêzên Dijbereya Sûriyê li ser gundên Efrîn, Şehba û Girê Spî de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dan.
YPGê di daxuyaniya xwe destnîşan kir, ku di encama êrîşên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê bo ser gundên Efrînê û herêma Şehbayê de, 3 welatiyên sivîl cane xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Herwiha YPGê aşkere kir, dema ku hin ciwanên Girê Spî xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, rastî gulebarana leşkerên Tirkiyê hatin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê û hêzên Dijbereya Sûriyê demek e ku gundên Efrînê û Şehbayê topbaran dikin.
Herwiha Tirkiyê ragihandiye, ku leşkerên xwe amade dike, da ku êrişeke berfireh bo ser binke û baregehên YPGê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.
